Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em ji faşîzmê netirsin dê serîhildan bi ser bikeve 2019-02-12 10:07:04   AMED - Girtiyên bi navê Kibriye Evren, Hilal Olmez, Evin Kaya yên ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ne peyam şandin û gotin:"Em zarokên, gelê ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Warto, Efrîn jiyane ye. Em ji faşîzmê netirsin. Em ê bi ser bikevin. Gelê me yê bi ser bikeve. Serîhildana me dê bi ser bikeve."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 96'an. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven didome.  Çalakiyên grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûn. Girtiyên di Girtîgeha Girtî a Tipa E ya Amedê yên bi navê Kibriye Evren, Hilal Olmez, Evin Kaya yên ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ne peyam şandin.   Rewşa tenduristiya wan giran dibe   Rewşa her sê girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne her ku diçe giran dibe û li dijî deng, ronahî û bêhnê zêde hessas bûne. Her wiha kîlo dane û di warê girtina avê de dijwariyê dikişînin. Di heman demê de pirsgirêka şeker û tansiyon jî dijîn. Hat hînbûn ku ev mehek e rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û girtî derbarê tiştên ku li derve diqewimin nabin xwedî agahî.    'Ji ber tiştên ku em nikarin bikin wicdanê me ne rehet e'   Kibriye, Hilal û Evînê derbarê serîhildana xwe de peyamek şandin û gotin:"Bi ked û têkoşîna gel têkoşîn îro hat vê astê. Wê ji niha şûnde jî têkoşîn û keda gel berdewam bike. Em zarokên, gelê ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Warto, Efrîn jiyane ye. Hîn dilê me ji bo Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Warto, Efrînê lê dide. Heger em li serîhildana Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Warto, Efrînê xwedî derketan dê îro pêvajo gelek cuda ba. Loma wicdanê me ne rehet e.  Ji ber tiştên ku em nikarin bikin wicdanê me ne rehet e. Ji ber ku em li dîji neheqî, zilm û komkujiyên wê demê bêdeng sekînin îro em pêvajoyek wiha dijwar dijîn."   'Dê gelê me û serîhildana me bi ser bikeve'   Di peyamê de hat destnîşankirin ku divê hemû kes li serîhildana Leyla Guven xwedî derkevin û wiha hat gotin:"Heta cenaze ji vir derneketiya em daxwaz dikin ku hemû kes peywira xwe bi cih bînin. Divê gel her dem li kuçeyan bin û di nava çalakiya de bin. Li ser vê bingehê em daxwaz dikin ku gel li çalakiyên greva birçîbûnê xwedî derkevin. Tecrîda li ser Îmraliyê û gel ancax bi rakirina tecrîdê pêk were. Em ji faşîzmê netirsin. Em, gelê me û serîhildana me dê bi ser bikeve."