'Pêwistiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye' 2019-02-12 09:12:19   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Dayika Berxwedêr Serhed, Diljîn Hisên derbarê perwerdeya ku ev 6 meh in dide jinan wiha got:"Pêwistiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye. Ji bo civakek pêşketî divê bi taybet jin perwerdeyê bibînin."   Dayika Berxwedêr Serhed, Diljîn Hisên ev 6 meh in li Akademiya Qamişloyê derbarê dersên wekî ehlaq, şerê taybet, çand û demokrasiyê de perwerdeyê dide. Diljînê dibêje:"Dema ku jin  neyên perwerdekirin wê demê di nava jiyanê de gelek kêmasî derdikevin holê. Ji bo em kêmasiyan ji holê rakin divê em bên perwerdekirin."   'Divê hemû kes ji bo xwendinê demê ji xwe re veqetînin'   Diljînê da zanîn ku perwerde di kesayeta mirovan de guhertinên mezin çê dike û wiha got:"Ev 6 meh in ez derbarê dersên wekî ehlaq, şerê taybet, çand û demokrasiyê de perwerdeyê didim jinan. Ji ber ku ez dema xwe ji xwendinê re vediqetînim loma ez zehmetiyê nakişînim. Divê hemû kes ji bo xwendinê demê ji xwe re veqetînin. Divê mirov ji xwe bawer be û di her qadê de xwe pêş bixe. Bê xwendin û bê hewldan mirova pêş nakeve. Spor, muzik jî ji bo jiyana mirovan girîng e. Spor û muzîk mejî û laşê mirovan zindî dihêle. Huner jî bandorek erênî li ser mirovan dike. Loma divê em di van qadana de jî xwe bikaribin perwerde bikin."   'Pêwistiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye'   Diljîn Hisên wiha bi dawî kir:"Piştî ku perwerde bi dawî dibe şûnde mirov fam dike ku çiqas guhertin bi wan çê dibe. Mirov fam dike ku çiqas bandorek erênî li wan dike. Ev bandorê li ser têkiliya di navbera mirovan de jî dike. Bila jin tu carî nebêjin pêwistiya me bi perwerdeyê tune ye. Pêwistiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye. Ji bo civakek pêşketî divê bi taybet jin perwerdeyê bibînin. Dema ku jin  neyên perwerdekirin wê demê di nava jiyanê de gelek kêmasî derdikevin holê. Ji bo em kêmasiyan ji holê rakin divê em bên perwerdekirin."