'Naskirina fikrên Rêber Apo evîna jiyanek azad e' 2019-02-12 09:05:48   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Koordînasiyona Kongreya Star a Kantona Hesekê ya Ereb Şikirya Mihemed derbarê tecrîda giran û komploya navneteweyî yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bendava koletiya jinên Ereb û hemû jinan şikand û got:"Naskirina fikrên Rêber Apo evîna jiyanek azad e."   Endama Koordînasiyona Kongreya Star a Kantona Hesekê ya Ereb Şikirya Mihemed derbarê tecrîda giran û komploya navneteweyî  yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got:"Jinan bi saya fikrên Rêber Apo bendava koletiyê şikandin û rêya azadî û berxwedanê hilbijartin."   'Jina Kurd sembola jina azad e'   Şikiryayê wiha got:"Beriya Şoreşa Rojava jinên Ereb bi rêya kevneşopiyên civakê hatibûn kolekirin. Lê bi saya fikrên Rêber Apo ev yek ji holê rabû. Divê hemû jin li fikrên ku wan ji koletiyê rizgar dike xwedî derkevin. Em wekî jinê Ereb bi lehengên wekî Sakîne Cansiz û bi fikrên azad ên Rêber Apo serbilind in. Jina Kurd sembola jina azad e."   'Naskirina fikrên Rêber Apo evîna jiyanek azad e'   Şikiryayê herî dawî wiha got:"Ji ber ku fikrên Rêber Apo riya azadiyê nîşan dide loma komployek navneteweyî pêk hat. 15’ê  Sibatê wekî rojek reş di dîroka mirovahiyê de hat nivisandin .Naskirina fikrên Rêber Apo evîna jiyanek azad e. Jinan bi saya fikrên Rêber Apo bendava koletiyê şikandin û rêya azadî û berxwedanê hilbijartin."