Şadiye Evren: Berî ku tiştek bi zarokên me bê divê tecrîd rabe 2019-02-12 09:04:07   STENBOL- Dayika Rojnameger Kibriye Evren a li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye û ev 59 rojin di greva birçîbûnê ye, Şadiye Evren der barê rewşa keça xwe de axivî û wiha got: “Di hevdîtina dawî ya me bi Kîbriyeyê re pêk anî, de ji me re got ‘divê saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan li derve zêdetir deng derxin û daxwazên wan ji dewletê re bên ragîhandin.’ axwaza wan ev e ku demildest tecrîd rabe û hevdîtinên aştiyê bên destpêkirin.Hîna ku tiştek bi zarokên me nehatine divê tecrîd bê rakirin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 97’an de ye. Piştî Leyla Guven ji bo piştgiriya çalakiya wê li girtîgehan jî grev belav bûn. Rojnameger Kîbriye Evren ku wê jî di koma yekem de dest bi greva birçîbûnê kir çalakiya wê ket roja 59’an. Dayika Kîbriyeyê, Şadiye Evren, da zanîn ku keça wê bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin û wiha got: “Keça min tu tiştek nekir, girtina wê dijhiqûqî ye. Ne tenê keça min, hemû hevalên wê ev tişt heq nakine.”   ‘Grevên birçîbûnê ji bo pêşeroja welat in’   Şadiyeyê bi lêv kir ku dema bihistiye Kîbriye ketiye grevê wek dayikekê xemgîn bûye û ev tişt bi lêv kir: “Em dur in her hefte nikarin biçin hevdîtinê. Hevala wê geriya û got ketiye grevê. Ez matmayî mam. Dest û piyê min hatin girêdan. Ez ranezam. Tu kes naxwaze zarokên wan bikevin grevê. Ez xemgîn bûm. Lê li hember biryara wê rêzdarim. Ev grev ji bo pêşeroja welat e. Divê ev tecrîd bê şikandin. Em naxwazin zarokên me bimrin.”   ‘Bila rayedar demildest pêngavê bavêjin’   Şadiyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Di hevdîtinê de Kîbriyeyê got heta tecrîd ranebe wê çalakî bidome. Gelek bi biryar bû. Bila rayedar tiştekî bikin. Bila zarokên xwe bikin şûna zarokên me. Bila zarokên me nemirin. Ez çûm serdana Leyla Guven jî. Rewşa wê krîtîk e. Ez herî dawî di 4’ê Sibatê de çûm serdana Kîbriyeyê. Rewşa wê nebaş bû. Bi rêk û pêk bi me re axivî. Kîlo dabû. Ma rakirina tecrîdê wisa zehmet e.”   ‘Heta roja 40’emîn vîtamîna B1 nedanê’   Şadiyeyê destnîşan kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bên cih û wiha pê de çû: “Ji bo vê girtî dixwazin ku saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan dengekî bi bandor derbixin. Dixwazin her kes piştgiriyê bidin girtiyan. Dixwazin daxwazên wan ji dewletê re bên ragîhandin. Dixwazin demildest tecrîd bê rakirin. Gotin wê çalakiyê heta dawî bimeşînin. Heta roja 40’î vîtamîna B1 nedan wan. Rewşa wan xera bibû. Piştî vîtamîna B1 danê hinek baş bûn. Kontrolên wan yên tenduristiyê li revîrê tên kirin. Her roj kontrola kîlo û tansiyonê dikin. Ji bilî vê tiştek nayê kirin.”   Şadiyeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Daxwaza me jî ev e ku demildest daxwazên girtiyan bên cih. Divê ne tenê parlamenterên HDP’ê, hemû parlameter ji bo daxwazên wan bên cih têbikoşin. Bîro bi sedan kes di grevê de ne. Ger tiştek bi van bê gunehê wan li stuyê rêveberane. Tiştek bi zarokên me guneh di stûyê rayedaran e.”