ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-12 09:00:00   * Jinên Qamişloyê derbarê 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî de diyar kirin ku komploya navneteweyî negihaştiye armanca xwe û wiha gotin:"Dê îradeya gelan a azad bi ser bikeve. Em her dem li dijî tecrîd û komployan li berxwe bidin û em ê ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikin." DÎMEN HEYE   *Girê Mozan ê ku li Herêma Xabûr nêzî Bajarê Amûdê ya Qamişloyê ye ji warê dîrok û şaristaniyê ve gelek girîng e. Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnewaran Delîla Memduh derbarê Girê Mozan de axivî û got:"Girê Mozan di warê şaristanî û dîroka gelê Kurd de cihekî taybet  û girîng e."DÎMEN HEYE   *Dayika Rojnameger Kibriye Evren a li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye û ev 59 rojin di greva birçîbûnê ye, Şadiye Evren der barê rewşa keça xwe de axivî û wiha got: “Di hevdîtina dawî ya me bi Kîbriyeyê re pêk anî, de ji me re got ‘divê saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan li derve zêdetir deng derxin û daxwazên wan ji dewletê re bên ragîhandin.’ axwaza wan ev e ku demildest tecrîd rabe û hevdîtinên aştiyê bên destpêkirin.Hîna ku tiştek bi zarokên me nehatine divê tecrîd bê rakirin.”BI DÎMEN   *Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven daye destpêkirin di roja 97’an de ye. Prof. Dr. Sîbel Perçînel bi lêv kir ku di vê astê de rîskên mezin hene û got hîna ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derneketine, divê pêngav bê avêtin. BI DÎMEN   *Endama Koordînasiyona Kongreya Star a Kantona Hesekê ya Ereb Şikirya Mihemed derbarê tecrîda giran û komploya navneteweyî yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bendava koletiya jinên Ereb û hemû jinan şikand û got:"Naskirina fikrên Rêber Apo evîna jiyanek azad e."DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Tetwan a Bedlîsê Serap Çakmak Genç, hedef dike ku projeyên girîng yên der barê jin, ciwan û zarokan de bike jiyanê. BI DÎMEN   *Çiyayê Cudî ku bi dîrok û navê xwe di nava gel de wek ‘keleha berxwedanê’ tê nasîn, çar demsalî bi hev re dijî. Çiyayê ku li lûtkeyên wê berf û li kontarên wê gîha şîn bûye, bi sedan metrekare qada wê bi hinceta ‘herêma ewlehiyê ya taybet’ ji gel re girtiye.   *Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê girêdayî polîtîkayên şer e û ji karkeran bigire heta cotkaran hemû aliyên civakê ji vê bi bandor dibin û got: “Divê ji bilî kulmek kêmarên kêfxweş, em hemû bên cem hev û seknek bi rêxistin nîşan bidin. Ji ber vê divê em zêdetir piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.”BI DÎMEN