Ciwanan bi nivîsan bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven 2019-02-12 08:39:07   AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven a ku ev 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Navçeya Baglara Amedê çalakiya nivîsê û sitckerê kirin. Ciwanên HDP'î ji aliyê polîsan ve hatin derbikirin û binçavkirin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 96'an. Çalakiyên ji bo piştevaniya Leyla Guven didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven a ku ev 96 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Navçeya Baglara Amedê stickerên bi nivîsên "Daxwaza wê daxwaza me ye" li dîwaran xistin. Ciwanên HDP'î yên bi navê Husamettin Tanrıkulu, Renas Kocakaya û Mehmet Tahir ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin, derbkirin û piştre hatin binçavkirin. 3 ciwanên ku hatin binçavkirin polîsan ew birin Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Muduriyeta Emniyeta Amedê. 3 ciwanên ku îfadeya wan hatin girtin cezayê pere li wan hat birîn. Ciwanên ku hatibûn binçavkirin piştre hatin berdan.    Her wiha li Navçeya Seyhana Edeneyê jî, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê  ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li ser dîwaran nivîs nivîsandin.