HDP'ê li Wanê lez da xebatên xwe 2019-02-11 16:17:14   WAN - HDP'ê li Wanê lez da xebatên xwe; li Payizavayê jî namzedan bi gel re buroya hilbijartinê vekir û li Rêya Armûşê jî namzed çûn serdana esnafan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin zêde kirin.  Namzedan li Payizavayê buroya hilbijartinê vekirin û çûn serdana esnafan. Di merasîma vekirina buroya Payzavayê de namzedê hevşaredartiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci, namzedên hevşaredartiyê yên Payizavayê Rojbîn Akdag û Kemal Guler, namzedên hevşaredar ên Westanê  Veysî Şeker û Melek Arapoglu, Hevserokê HDP'ê yê Wanê  Umît Dede û rêveberên KCD, DBP'ê tevli merasîmê bûn.    Namzedên Hevşaredartiyê yên Payizavayê ku di bernameya merasîmê de axivîn diyar kirin ku ew ê hesap ji qeyûmên îradeya gel xep kirine bipirsin.    Piştî axaftinan govend hat girtin û piştre namzed û gel bi hev re deriyê buroyê vekirin.    Rêya Armûşê   Li Rêya Armuşê jî namzedên hevşaredariyê Azîm Yacan û Şehzade Kurt  çûn serdana şînê û piştre jî serdana esnafan kirin.   Saray   Li Sarayê jî namzedên hevşaredartiyê Caziye Duman û Şahabetîn Bîlmez li taxên navçeyê serdana weşatiyan kirin û derbarê girîgiya hilbijartinên 31'ê Adarê de gel agahdar kirin.