Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir 2019-02-11 13:48:19   STENBOL - Parlamenterên HDP'ê li Qada Taksîmê li dijî tecrîdê meş li dar dixin. Polîsan qad dorpêç kir û meşa parlamenteran asteng dikin.    Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a 96 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye dê ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê meş li dar bixin. Beriya meşê bi sedan polîsan Qada Taksîmê dorpêç kirin. Gelek maşîneyên zirxî bicih kirin.    Her wiha gelek kolanên derdikevin Kolana Îstîklalê jî bi maşîneyên û polîsan hatine girtin.    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de wekîlên HDP'ê li ber Otela Hîl a Taskîmê kom bûn. Wekîlan dest bi meşê kir, lê polîsan ew asteng kirin. Nîqaşa di navbera wekîl û polîsan de berdewam dike.    Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu duh li Enqereyê di civînekê de wekîlên HDP'ê tehdît kiribû û fermana astengkirina meşê dabû.