Parlamenterên HDP’ê dimeşin Qada Galatasarayê 2019-02-11 13:41:30   STENBOL - Tevî astengiya polîsan jî wekîlên HDP’ê ji Qada Taksîmê ber bi Gada Galatasarayê ve dimeşin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de wekîlên HDP’ê xwestin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven meş li dar bixin. Polîsan meşa HDP’iyan a ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê asteng kir.    Parlamenterên HDP’ê bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê astengiya polîsan protesto kirin. Piştî çalakiya rûniştinê wekîlên HDP’ê li ber Otela Hîl a li Qada Taksîmê kom bûn û ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê bi pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” dest bi meşê kirin.    Meş carekedin hat astengkirin   Wekîlên HDP’ê bi berzkirina dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zîndana" û "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Hin welatiyan jî piştgirî da parlamenteran. Meşa parlamenteran li ber Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.   Di kêliya astengiyê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Biçin silav li wezîrê xwe Suleyman Soylu bikin.” Polîsan xwest tîşortên wêneyê Leyla li ser dester bike. Lê parlamenteran bertek nîşan da û tîşort nedan polîsan.    Ber bi Tarlabaşiyê ve meş   Piştî astengiya li ber Qada Galatasarayê, parlamenteran vê carê ketin Sûka Balikçilarê û ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Semta Tarlabaşiyê ye ve meşiyan. Parlamenter  bi berzkirina sloganan gihîştin avahiya HDP’ê û ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Avahiya HDP’ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.