Li Nisêbînê li dijî hemû mudaxeleya polîsan starta hilbijartinê hat dayîn 2019-02-11 13:05:39   MÊRDÎN - Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê li dijî hemû mudaxeleya polîsan starta hilbijartinê da.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê starta hilbijartinê da.  Namzetên hevşaredarên HDP’ê, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Girseyê, li ber avahiya navçeya HDP’ê dest bi meşê kir, bi tililî, çepik û defê  esnaf û welatiyan slav kir. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin.   Polîsan bi hinceta “gel nerehet dibe” lêdana defê da rawestandin, alên HDP’ê jî  dan komkirin. Girseyê, bertek nîşanî alên ku ji aliyê polîsan ve hat komkirin da û wiha got: “Bi tenê alek me heye û tehemmula we ji vê re jî tune ye.” Li dijî hemû mudaxaleyên polîsan, girseyê meşa xwe berdewam kir û starta hilbijartinê bi çepik û tililiyan da.     Piştî meşê, girse ber bi avahiya HDP’ê meşiya. Namzetê Hevşaredarê HDP’ê Ferhat Kut li ber avahiya HDP’ê axaftinek kurt kir. Ferhat, ji gel spas kir û got ku ew rastî eleqeyek mezin hatine. Ferhat, da zanîn ku HDP partiya gelan e û wiha got: “Gel tim xwedî li HDP’ê derket û û me îro careke din dît ku gel xwedî HDP’ê derdikeve.”   Piştî axaftinê, bi lêdana defê û gerandina govendê bername bi dawî bû.