Li Mexmûrê koma 20'emîn çalakî dewir girt 2019-02-11 12:32:23   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ku li Mexmûrê ev 58 roj in didome ji aliyê koma 20'emîn dewir hat girtin. Endama Meclîsa Îştarê Fadile Tok jî ev 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ku li Mexmûrê ev 58 roj in didome ji aliyê koma 20'emîn dewir hat girtin. Endama Meclîsa Îştarê Fadile Tok jî ev 23 roj in di greva birçîbûnê de ye. Berî ku çalakiya grevê dewir bê girtin ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê navê koma 19'emîn Besê Zefar axivî. Besê got:"Heta niha Gelê Kurd ji dagirkeriyê re serî netewandiye ew ê netewîne jî  û em komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Heta em Rêberê xwe azad nekin em dev ji têkoşîna xwe bernadin."