Siyasetmedaran bang li desthilatdarî û CPT'ê kirin 2019-02-11 09:06:55   Dîlan Babat   ENQERE- Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku grevên birçîbûnê mafdar û rewa ne û bang kir ku divê dawî li tecrîdê bê anîn. Tulay Hatîmogullari ya HDP’î jî daxuyakirin ku CPT heta niha berpirsyariya xwe neaniye cih û ji ber vê niha ev pêvajo tê jiyîn.   Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin roja 96’an li pey xwe hişt. Li girtîgehan jî koma ewil ya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi heman daxwazan greva birçîbûnê dan destpêkirin jî ket roja 58’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz jî ket roja 83’an, li bajarê Strasbourg ê Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 57’an, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 57’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 23 û ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 28’an.   Hevseroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatimogullari der barê çalakiyên greva birçîbûnê de nirxandin kirin.   ‘Daxwaza sûcên desthilatdariyê datîne holê’   Selmayê da zanîn ku daxwaz di esasê de pêkanînên sûc teşkîl dikin yên desthilatdariyê nîşan didin û got: “Divê tu girtî bi pêkanînên taybet neyên tecrîdkirin. Berovajî vê sûc e. Li dijî destura bingehîn û qanûna e. Di heman demê de ne li gorî peymanê navneteweyî ne û binpêkirina maf e.Tecrîda li ser Abdullah ocalan nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd jî nîşan dide. Der barê polîtîka Sûriyeyê de, hikûmetê maseya çareseriyê têk biriye û bi pêkanîna tecrîdê re li dijî siyasetmedarên Kurd pêvajoya darazek siyasî pêk hatiye û hîna jî didome. Herî dawî li Gultan Kişanak û Sebahat Tuncelê ceza hatin birîn. Ev ji van pêkanînan serbixwe nîne.”   ‘Daxwazên çalakgeran ên demokrasiyê ne’   Selmayê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê hatine asteke krîtîk û divê demildest hikûmet pêngavê bavêje û got: “Daxwazên grevên birçîbûnê daxwazên têkoşîna demokrasiyê ne. Divê hikûmet tecrîdê rake, dawî li dijhiqûqiyan, pêkanînên kêfî û darizandinên kêfî bîne.”   ‘Mafê jiyanê mafê herî girînge’   Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatimogullari jî ev tişt got: “Li gorî peymanên ku Tirkiyeyê îmze kiriye û destura bingehîn ya Tirkiyeyê tu mafê mirovan yê parastinê û mafê hevdîtinê ya parêzeran nikare bê astengkirin. Li hember Birêz Ocalan bi salane tecrîdek giran heye. Ji bo ev tecrîd ji holê rabe, grevên birçîbûnê mafdariyê diparêze. Dema mirov li qanûnan dinêrin, rewabûn û mafdariya vê heye. Em di vê pêvajoyê de naxwazin ji ber grevan tabut ji girtîgehan derkevin. Mafê jiyanê mafê herî girînge. Divê em Leyla Guven û hemû hevalên xwe yên di grevê de bidin jiyîn. Ev pêvajo pêvajoya wijdanê ye. Tecrîdê bandro li ser civakê jî kiriye. Bi taybet jî li ser jinan kiriye. Hemû kesên ku serî natewînin tê tecrîdkirin.”   ‘CPT peywira xwe bikira wê ev pêvajo nehatiba jiyîn’   Tulayê bertek nîşanê bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û got: “Em bi zextên giran yên faşîzmê re hatine rû hev.Em di pêvajoye ku mirov nikarin fikr û nêrînên xwe îfade bikin de dijîn. Ger îro CPT peywira xwe bianiya cih, der barê Îmraliyê de biryarên baş bigirta wê ev pêvajo nehatiba jiyîn. Em di vê mijarê de CPT vexwendiyê peywirê dikin.”