Li dema binçavkirina kesên di bin çavan de hat dirêjkirin 2019-02-10 15:48:11   MÊRDÎN - Di 7'ê Sibatê roja Pêncşemê di saetên serê sibehê li Mêrdînê rêvebirên HDP û DBP’ê yên ku hatin binçavkirin, dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.   Bi lêpirsîna ku Serdozgeriya Komara Mêrdînê duh da destpêkirin 10 endam û rêvebirên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne: “Alî Sîncar, Abîdîn Unay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Berîtan Onen, Şehmus Çalkan, Musa Binbîr, Huseyîn Alper, Kahraman Samaras û Vedat Abukan.”   Di derbarê Hevseroka HDP’ê Eylem Amak de jî biryara binçavkirinê hatiye dayin.   Sedema binçavkirinê hat zanîn ku ji ber HDP’ê di 30’ê Çileyê de bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bernameya danasîna namzetên hevşaredaran e li dar xistiye ye. Di nasîna bernameyê de ji ber “Çerxa Şoreşê” hatiye xwendin û ji bo kesên ku jiyana xwe dest dane deqeyek rêz hatiye girtin bi îddîaya “propagandaya rêxistinê” kirine, hatin binçavkirin.       Rêvebirên HDP û DBP’ê yên ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin, îro dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.   Li Bendêne ku kesên hatine binçavkirin roja Înê derxin dadgehê.