Çalakiya Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 95'emîn de ye 2019-02-10 14:26:48   AMED - Leya Guven a ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 95'emîn de berdewam dike hat aşkerakirin ku her diçe tendirustiya wê têk diçe û helîna pasurkên laşê wê jî zêde bûye.     Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 95'emîn de berdewam dike. Leya ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Tendirustiya Leylayê têk diçe   Leyla ya ku ji ber çalakiya ev demek dirêj e berdewam dike pirsgirêkên cidî yên tendirustiyê dijî, êdî nema dikare vexwarinê jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê dijî û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Herwiha hat ragihandin ku bi leylayê re helîna pasurkan ya ku peyda bibû jî lezgîntir bûye, Leyla nema dikare rûnê û dirêjkirî dimîne.    Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.    Di roja 100'emîn de biryara çalakiyan    Di çarçoveya çalakiyên HDP'ê de wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven ku rastî 15'ê Sibatê tê de li 15 bajarn meş bên lidarxistin.  Meşa ku wê li Colemêrg, wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve bê kirin wê bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baglara Amedê ku saet di 12'an de bê dayîn bên bidawîkirin.  Di meşên ku wê di roja 100'emîn a çalakiya Leyla Guven de bên lidarxisitn wê bi berdilkên ku li ser wan wêneyên Leyla hene û bi berzkirina dirûşmên li dijî tecrîdê bên lidarxistin.     Açlık grevleri devam ediyor   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 57'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 82'an de, ya 14 çalakgerên lI Strasbourgê ya Fransayê di roja 56'yan de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 56'yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 27'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 24'an de berdewam dike.   Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku 291 kes li girtîgehan di gerevê de ye.