'Em ê heta dawî xwedî li Rêberê xwe derkevin' 2019-02-10 11:34:20   Nesrin Hisen / Vîyan Saîd   ŞENGAL - Ji bo tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan were rakirin gelek deverên Kurdistanê û dervayî welat çalakiyên gireva birçîbûna yên bê dem û bê dorveger hatine destpêkirin. Piştî van girevan gelek çalakiyên din ên curbicur jî li dijî tecrîdê hatin destpêkirin. Yek van cihên ku çalkî lê berdewam dikin jî Şengal’e. Jinên kurd ên êzidî li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di çarçoveya van çalakiyan de nêrîna xwe anîn ziman û tecrîd şermezar kirin. Jinên êzidi diyar kirin ku Abdullah Ocalan ew kirine xwedî  fikir û ramanên azad û ji ber wê ew tucarî ji bîr nakin.   Dayika bi nave Xoxe Cinde tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wuha axîfî; “Em vê tecrida kû 20 sal e li ser rêber ê me tê meşandin qebûl nakin. Ev 20 sal e zilm û zorî li ser rêberê me tê meşandin.  Rêberê me ji bo azadiya gelan têkoşînê dide, azadî û wekheviyê daxwaz dike û diparêze. Ji ber vê em vê tercrîda li ser Rêberê xwe şermezar dikin û  Em bang li dewletên navneweyî dikin ku li hemberî vê tacrîda giran bê deng nemînin. Rêbertî çawa gelan û wekheviya gelan diparêze pewîstê gelên azadîxwaz jî vê tecrîde qebûl nekin. Fikir, raman û şagirtên Rêber Apo di rojên teng de bi hawara me de hatin û em ji qirkirinê xelas kirin.  Pewîstê em jî bi tekoşîna xwe vê tacrîda li ser Rêbertî rakin.”   Têne fikir û ramanên rêbertî li me xwedî derketin    Xoxê Cîndî di berdewamiya axaftinên xwe de wuha got; “Roja ku xwestin kurdên êzidî bi destê DAÎŞ’ê tunê bikin ew roj fikir û ramanên rêber Apo em xelas kirin û îro bi hezaran êzidi bi fikir û ramanên Rêbertî xwe bi rêxistin kirine. Rêbertî ji bo me da nişandan ku gelê bi rexistin bûyî dikare xwe biparêze û bi ser keve.  Em weke jinên êzidi ji destê me çi were em e ji bo Rêbertî bikin. Îro bi hezaran kes bi fikir û ramanên rêbertî xwe bi rêxistin dike.  Dewleta tirk birayê rêbertî şand gel û wusa bawer kir ku em ê dev jî çalakiyên xwe berdin. Di serî de berxwedaniya Leyla Guven û gelek kesên ku di gireva birçîbûnê dene lîstikên dewleta tirk fem kir û çalakiya wan berdewame. Em hemû çalakvanan silav dikin û dibejin heta Rêbertî azad bibe em e çalakiyên xwe berdewam bikin.”    'Azadiya rêbertî azadiya jina êzidi ye'   Jina bi nave Perişan Şemo ji bi vî awayî axîfî û got; “Em weke jinêN êzidi tecrîda li ser rêbertî şermezar dikin. Ji bo azadiya rêbertî û tecrîda li ser rêbertî were rakirin gelek çalaki hatinê destpêkirin. Ji bo  ku em vê berxxwedaniyê bi dawî bikin birayê rêbertî şandin gel. Ji Rêbertî agahî gitin cihe kefxweşiye ye. Lê em jî dizanin ev naye wateya tecrîd şikest. Îro em weke jinên kurd ên êzidî û kurdên din ên êzidi bi felsefeya Rêbertî bi pêş ketin û me xwe bi rexistin kir. Em bi felsefeya Rêbertî hatin vê astê. Çawa fikir, raman û şagirtên rêbertî xwedî li me derketin  pewîstê em jî xwedî li Rêberê xwe derên. Tişta ku fikrên Rêbertî ji bo civaka êzidi kiriye em dikarin bejin ku tu kesî nekiriye. Pewîstê civak û ciwanên êzidi xwedî li Rêbertî derkevin û xwe bi vê felsefeyê bi rexistin bikin. Bi taybet jî weke jinên êzidi em tişta ji bo me hatiye kirin ji bîr nakin û ji bo Rêbertî azad be çi ji destê me were em ê bikin.  Em heta hebin em ê  fikir û raman  Rêbertî ji bîr nekin.”