Şêniyên Qamişloyê têkoşera azadiyê Hevîdar azadî oxir kirin! 2019-02-10 10:31:08   QAMIŞLO - Bi sedan welatiyên bajarê  Qamişloyê cenazeyê şervana azadiyê Hevîdar Azadî (Yadahan Mustefa) ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke oxir kirin.   Bi sedan welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervana azadiyê Hêvîdar Azadî (Yadhan Mustafa) ku li Şenqalê jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmeke leşkerî ku di pêşengiya YPG/YPJ'ê û Saziya Malbatên Şehîdan de hat lidarxistin, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan  oxir kirin.    Di merasîma hat lidarxistin de Endamên Saziya Malbatên şerhîdan axivîn û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwestin û dayika pekrewan Faysal fatma Casim jî helbest li ser şehîdan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.   Fermandara  Foca leşkerî Dilar Heleb li ser wateya şehadetê axivî û wiha got : "Xwîna şehîdan tu caran li erdê namîne. Şehîd Hêvîdar ji bo rizgarkirina jinên êzîdî berê xwe da şengalê û li wir karê xwe berdewam kir, şehîd Hêvîdar bi coşa xwe di dihat naskirin."   Piştî axaftinan wesîqeya şehadeta Şehîd Hêvdar Azadî hat xwendin û raddestî malbata wê hat kirin.   Piştî axaftinên hatin kirin  Hêvîdar Azadî bi dirûşma "Şehîd namirin" hat definkirin.