Jinên Reqayê: Ji bo perwerdeyê em hewl didin 2019-02-10 09:03:19   Beraa El-Elî    REQA - Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Meyada El-Îbrahîm derbarê perwerdeyê de axivî û got:"Em wekî jinên ofisa perwerdeyê hewl didin ku bêtir bi hêz bibin û di warê pêrwerdeyê de xwe pêş bixin. Em alîkariya jinên ku nexwendine dikin da ku civak jî pêş bikeve."   Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Meyada El-Îbrahîm derbarê perwerdeyê de axivî û got:"Pêdiviya jinan bi xwendinê heye. Ji bo zarokên xwe jî bikaribin perwerde bikin divê di destpêkê de ew perwerde bibin. Loma perwerdekirina jinan gelek girîng e."   'Em girîngiyê didin perwerdeyê'   Meyadayê bal kişand ser zextên ku berî Reqa rizgar bibe û wiha got:"Berî ku Reqa bê rizgarkirin gelekî zext li ser jinan hebû. Wekî her mafî ji mafê xwe perwerdeyê jî bêpar diman. Lê niha ji bo jin di qada perwerdeyê de xwe pêş bixin em dixebitin. Piştî ku Reqa rizgar bû jin bûn xwedî gotin. Ji bo ji aliyê fikrî xwe pêş bixin jî em girîngiyê didin perwerdeyê."   'Ji bo perwerdeyê em hewl didin'   Meyadayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî jinên ofisa perwerdeyê hewl didin ku bêtir bi hêz bibin û di warê pêrwerdeyê de xwe pêş bixin. Em alîkariya jinên ku nexwendine dikin da ku civak jî pêş bikeve. Pêdiviya jinan bi xwendinê heye. Ji bo zarokên xwe jî bikaribin perwerde bikin divê di destpêkê de ew perwerde bibin. Loma perwerdekirina jinan gelek girîng e."