Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an 2019-02-09 10:18:17   STENBOL - Li Kartalê, di avahiya 7 kat a hilweşiya de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an. Di xebatên lêgerînê yên şevê hatin kirin de, cenazeyê 2 kesên din hatin dîtin.    Li Kolana Sema Cadeya Bankayan a Taxa Orhantepe ya Navçeya Kartal a Stenbolê, di Apartmana Yeşilyûrt a 7 kat hilweşiya de, di xebatên lêgerînê yên şevê hatin kirin de cenazeyê 2 kesên din hatin dîtin. Di saetên şevê de cenazeyê Eylul Dervîşoglu a 1.5 salî hat dîtin û serê sibê jî cenazeyê kesek din jî hat dîtin.    Di avahiya hilweşiya de, heya niha cenazeyê 17 kesan hat dîtin û xebatên lêgerîna rizgarkirinê berdewam dikin.