Îdiaya întixarê ya li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Amedê 2019-02-09 10:14:26   AMED - Hat îdiakirin ku li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Amedê rêveberiya girtîgehê zordestiyê li girtiyên siyasî û adlî dikin û li ser vê yekê 13 girtiyên adlî xwestine întixar bike.    Hat îdiakirin ku li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Amedê rêveberiya girtîgehê zordestiyê li girtiyên siyasî û adlî dikin û li ser vê yekê 13 girtiyên adlî xwestine întixar bike. Girtiyan diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê li got xwe rêgezan diyar dikin û heqaretên faşîst li girtiyan dikin.    Gelek tund nêz dibin   Hat diyarkirin ku di heman demê de ferhengên Kurdî yên girtiyên siyasî ji wan tên girtin û pirtûkên Kurdî nadin girtiyan. Her wiha hat diyarkirin ku pirtûk û romanên tirkî jî ji aliyê dadgehê ve hatiye qedexekirin. Girtiyan anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê gelek tund nêz wan dibin û çareseriyê ji pirsgirêkan re nabînin.    Ji ber ku îqamet cuda ye dengê xwe nikarin bi kar bînin   Her wiha ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê de ji ber ku îqameta girtiyekî cuda ye nikare dengê xwe bi kar bîne. Di heman demê de li gelek girtîgehan gelek girtî ji ber vê yekê nikarin dengê xwe bi kar bînin.    Îdiaya 13 girtiyan xwestine întixar bikin   Hat ragihandin ku êrîşên li dijî girtiyên edlî gihaştiye astek bilind û ji ber vê yekê 13 girtiyên edlî xwestine întixar bikin. Malbatên girtiyan ev yek piştrast kirin. Her wiha hat gotin ku girtiyan xwestine ev zordestî û êrîşên li wan tên kirin ji aliyê medyayê ve bê ragihandin û dengên wan bê bihîstin.