Ji Leyla Salman a ku xwest beşdarî merasîma cenaze bibe 13 hezar TL xwestin 2019-02-09 09:46:10   MÊRDÎN - Ji Hevseroka Şaredariya Qoserê Leyla Salman a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin 13 hezar TL misrefa rê hat xwestin.    Dayika Hevseroka Şaredariya Qoserê Leyla Salman a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin, Adile Salman 4 roj berê li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Ji Adile Salman li Qoserê cihê şûnê hat avakirin. Leyla ya li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê ya Îzmîrê ji bo beşdarî şûna dayika xwe bibe serî li dozgeriya girtîgehê da. Dozgeriya girtîgehê destûr da Leylayê. Lê îdareya girtîgehê 13 hezar TL misrefa rê ji Leylayê derxist û da zanîn ku divê Leylayê vê misrefê bike.    Dê hatina Leylayê ya ji şûnê di rojên pêşî de diyar bibe.