Meral Beştaş: Bêdengiya hikûmetê polîtîkayek bi zanebûn e 2019-02-09 09:29:57   Berîtan Canozer   AMED - Meral Daniş Beştaş diyar kir ku çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku roja 94’an li pey xwe hiştiye, bi zanebûn nehatiye rojeva hikûmetê û got: “Bêdengiyek bi zanebûn heye. Ev jî polîtîkayek ji bo tecrîd neyê dîtin û bê veşartin, tê meşandinê ye.”   Greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 94’an de berdewam dike. Piştî Leylayê li girtîgehên cuda grevên dest pê kiribûn jî didomin. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş rewşa Leylayê nirxand û bêdengiya hikûmetê ya li dijî daxwazan rexne kir.   ‘Hewl didin tecrîdê veşêrin’   Meralê bi lêv kir ku heta niha hikûmetê der barê grevên birçîbûnê de daxuyaniyek nedaye û bi zanebûn wisa dikin û got: “Daxwazên çalakgeran girîng in û her kesî eleqeder dike. Hikûmet jî vê dizane. Derbarê vê de 2-3 gav hatin avêtin. Yek çûyîna Mehmet Ocalan a Îmraliyê ya duyem jî berdana Leyla Guven bû. Mirov dikarin ji hevdîtina 15 deqeyî  bêje tecrîd rabûye? Gotina ‘erê’ zehmet e.  Di 2016’an de jî piştî grevên birçîbûnê hevdîtinek biçûk hat kirin û pişt re dîsa tiştek nehat kirin.”   ‘Bi biryarek siyasî hat tahliyekirin’   Meralê anî ziman ku mijara din jî biryara tahliyeyê ye û got divê di serî de  biryara tahliyeyê bihata dayîn û ji bo biryara di pêvajoya dawî de hatiye dayîn em nikarin ji kesî re spasiyên xwe bêjin. Meralê wiha berdewam kir: “Nexwestin Leyla greva xwe li girtîgehê bidomîne.  Bi biryarek siyasî Leyla berdan. Yekane daxwaza me li gorî hiqûqê tev bigerin. Em di serî de li rayedaran, bang li hemû kesî dikin ku bi hestiyarî tev bigerin. Hûn dizanin rewşa Leylayê asta krîtîk derbas kiriye. Êdî girîng e.  Rewşa hevalên din jî  ne baş e.  Hevalên rakirine nexweşxaneyê, dermankirin qebûl nekirine. Ji ber vê divê demildest gav bê avêtin.”