‘Di bin navê zewaca zarokan de tecawiz tê rewakirin’ 2019-02-09 09:27:02   Gulîstan Azak   AMED - DDB’ê îtîraza ji bo rayeya birîna mehrê ya ji bo meleyan, hatibû kirin red kir. Zuleyha Gulum der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ev nêzîkatiya li hember zarokan nîşan dide û got wê desturê nedin ku parastina mêr ya ji aliyê darazê ve.   Bi guherîna di fikraya duyemîn a xala 22’emîn a Qanûna Ximzetên Nifûsê ya Hejmara 5490’î re rayeye birîna mehrê dabûn miftiyên navend û navçeyan û li dijî vê di 23’ê Çileyê de îtîraza li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) hatibû kirin jî, hat redkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê parêzer Zuleyha Gulum encamên rayeya birîna mehrê ya dide meleyan nirxand.    ‘Biryara DDB’ê nêzîkatiya li hember zarokan nîşan dide’   Zuleyhayê da zanîn ku jinan li dijî vê sererastkirina qanûnî ya rayeya birîna mehra fermî dide meleyan dengê xwe bilind kirine û wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn îtîraza jinan nebihîst. Qanûn  wê pêşî li zewaca zarokan vebike. Ji ber vê nikare bê qebûlkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji pergala hiqûqê dûr ketiye û bûye maşeya desthilatdariyê. Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryara xwe nêzîkatiya xwe ya li hember zarokan bi awayekî zelal nîşan daye. Rayeya ji bo meleyan tê dayîn, wê pêşî li zewaca zarokan veke. Ev biryar nikare wek referansek olî bê dayîn.  AKP olê bi kar tîne û hewl dide welat ji laîkbûnê dûr bixe. Gelek îtîrazên me li hember zewacên bi referansa olî tên kirin hebûn. Ji bo me li vî welatî laîkbûnek têr tune ye.”   ‘Di bin navê zewacê de tecawiz li zarokan tê ferzkirin’   Zuleyhayê her wiha daxuyakirin ku li welat gelek zarok bi mehra olî re di bin navê zewacê de, tecawiz lê tê ferzkirin û bi ‘qanûna efûya îstîsmarkarên  zarokan’, ji bo van zewacan zêdetir piştgirî hatiye dayîn. Zuleyhayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê jin tu car destkeftiyên xwe şûnde nedin û wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî êrîşê destkeftiyên jinan dikin. Em ê li dijî vê zîhniyeta serdest têbikoşin.”