Zaroka ku destên wê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû jêkirin, têkoşîna jiyanê dide 2019-02-09 09:14:05   Cud El-Rebah   REQA - Zaroka bi navê Hîba El-Sewasê ya ku destên wê bi topa hewanê ya DAÎŞ'ê hatiye jêkirin anî ziman ku ew niha tevî hemû zehmetiyan diçe dibistanê û têkoşîna jiyanê dide. Hîbayê got ku wê qet hêviya xwe winda nekiriye û ew ê heta dawiyê li berxwe bide.    Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê Reqa dagir kir li dijî gelên li wir êrîşên hovane pêk anîn. Zarok û jin herî zêde ji van êrîş û zextan bi bandor bûn. Hîn şopên êrîş û zextên DAÎŞ'ê yên li ser mirovanê li Reqayê xuya dikin. Yek ji şopên ku mirovan gelekî diêşîne destên jêkirî yên zaroka bi navê Hîba El-Sewasê ye. Herdu destên Hîbayê bi topa hewana ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye avêtin, jê bûye. Hîbayê tevî destên jêkirî jî dev ji têkoşîna jiyanê bernade. Bi dilekî germ û bi hêzek mezin diçe dibistanê û hewld dide ku li ser lingên xwe bimîne. Hîbayê behsa serdema şerê li Reqayê kir û got ku wê bawer nedikir ew ê şer bi dawî bibe.    'Min digot ew ê kengî ev dengê bi dawî bibe'   Hîbayê diyar kir ku dema şerê li Reqayê her roj dengên tank û topan dihat û wiha got:"Dema DAÎŞ'ê êrîşî Reqayê kir em li mal bûn. Deng gelek dihat. Min digot ew ê kengî ev dengê bi dawî bibe. Di dema şer de ez derketim derve û topa hewanê li ber min ket, ez ji ser hişê xwe çûm.  4 rojan ez li nexweşxaneyê nehatim ser hişê xwe. Dema ku ez hatim ser hişê xwe canê min gelekî diêşiya û ez ditirsiyam. Min dît ku destên min jê bûne.    'Min hêviya xwe tu carî winda nekir'   Hîbayê diyar kir ku ew tu carî naxwaze zarok bimirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha ez diçim dibistana xwe û xwişkên min jî alîkariya min dikin. Min hêviya xwe tu carî winda nekir. Her wiha malbat û mamosteyên min nahêlin moralê min xirab bibe. Alîkariya min dikin. Ez dixwazin şerê li cîhanê bi dawî bibe û zarok êdî neyên birîndarkirin û kuştin."