Jinên Maya ji Leyla Guven re peyam şandin 2019-02-08 15:29:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Maya ku li Guatemala dijîn, di peyama ku ji Leyla Guven re Şandin de wiha gotin: "Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye jî. Ji b ji bo te hêz, zindîbûn, kêfxweşî û serhildana xwe dişînin."   Ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlanetera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gereva birçîbûnê de ye û çalakiya xwe di roja 93'emîn de berdewam dike ji gelek deverên cîhanê peyamên piştevaniyê ên jinan ku tên berdewam dikin.   Ji bo Leylayê peyamek jî ji jinên maya ku li Guatemala dijî hat. Jinên Maya diyar kirin ku têkoşîna Leyla Guven di heman demê de têkoşîna wan e.    Peyma jinên Maya wiha ye:   "Xwişka me Leya Guven, em ji bo te ji bakurê Guatemalayê, xwişkên Maya, Xincas û Mestîzas ji bo te heskirin û silavên xwe dişînin.  Em ji bo te hêz, zindîbûn, kêfxweşî û serhildana xwe dişînin. Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye."