Biryara Hikumeta Iraq’eTê Şermezar Kirin 2019-02-07 17:21:25   Nûpelda Tekoşîn   ŞENGAL - Jinên Şengalê bertek nîşanî girtina korîdora di navbera Rojava û Şengalê de ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ev 15 roj in girtiye dan û gotin; "Ji bo ku em karibin zarokên me yên ji destê DAÎŞ'ê ji aliyê YPG,YPJ û QSD'ê ve hatine rigarkirin hembêz bikin divê hikûmeta Iraqê korîdora mirovahiyê veke."    Di fermana 3'yê Tebaxa 2014 ya li ser civaka êzidî de gelek jin, zarok, ciwan û keçên êzidi ketibun destê DAÎŞ’e. Ew kesên ku ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê piştre ji aliyê  YPG,YPJ û QSD vê hatin rizgar kirin,  ji koridora mirovahî ya dema fermanê di navbera Rojava û Şengalê de hatibû vekirin radestî malbatên wan dihatin kirin.  Lê ev 15 roj in hikumeta Iraqe ev koridor bi temamî girtiyê û nezî 20 kesên ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin nikarin derbasî Şengale bibin.    Li hember vê biryara hikumeta Iraqe jinên Şengal’e yên ku zarok, wxişk, bira û xizmên wan hina di destê DAÎŞ’e de 15 rojin bi çalakiyên cûr bi cûr hikûmeta Iraqê şermezar dikin.    'Em bang li saziyên navnetewyî dikin ku bikevin tevgerê'   Jina bi nave Hena Elyas ku gelek xizmên we  di destê DAÎŞ ê de ne derbare girtina koridora mirovahiyê de biryara hikumeta Iraqe şermezar kir u wuha axîfî: “ Ev 15 rojin koridora mirovahiyê bi biryara hikumeta Iraqê hatiye girtin. 20 kesên ku dema fermana 2014'an  ketibun destê DAÎŞ îro ji aliye şervanên QSD'ê  ve  hatine rizgar kirin. Lê mixabin dewleta Iraq nahêle ku kesên hatine rizgarkirin dîsa vegerin ser axa xwe. Em hêvî dikin ku dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan diparezên  ji bo vekirina korîdora mirovahiyê ku bê vekirin bikevin tevgerê.”   Hena Elyas di berdevamiya axaftinê xwe de gotinên xwe bi vî awayî anî ziman: “ Niha ji malbat û xizmen me 8 kes di destê DAÎŞ de ne. Lê tu agahiyên me ji wan nînin. Bila ev korîdora mirovahiyê ku hatiye girtin werê vekirin û em xizmên me yên  hatine rizgar kirin dîsa vegerinin ser axa xwe.”   Hena Elyas di dawiya gotinên xwe de wiha got: “ Eger dewleta Iraq rêyekê ji bo me venekê em bi piya biçin jî em ê xizmên me ku hatine rizgarkirin  binin ser axawan u em ê wan û malbatên wan bigihînin gel hev. Disa em spasiyên xwe ji bo  şervanên QSD, YPG û YPJ dikin ku keç, jin û zarokên me ji destên çeteyan xilas dikin.”   'Xizmên me nikrin vegerin ser axa xwe'   Dayika bi nave Surî  Xelef ku du zarokên wê di destê çeteyên DAÎŞ ê de ne bi wî awayî axîfî: “ Em ji dewleta Iraqê  daxwaz dikin ku ev rêka mirovahiyê werê vekirin. Ji bo ku xizmên me yên hatine rizgarkirin werin ser axa xwe bila ev rêk neyê girtin. Hemu pêdîviyên me yên jiyanî bi riya vê korîdarê tên pêkanîn. . QSD xizmên me ji destê daîşê rizgar dike. Lê ji bo ku korîdora mirovahiyê hatiye girtin kesên ku hatine rizgarkirin nikarin vegerin Şengalê.”   Surî Xelef gotinên xwe bi vî awayî bi dawî kirin: “ Du zarokên min hin di destê DAÎŞ'ê de ne. Lê tu agahiya min heta roja îro ji zarokên min  nine.  Pêwîste ev korîdor neyê girtin ku em karibin zarokên xwe bigerin. Em daxwaz dikin ku ew rêya mirovahiyê werê vekirin. Di dema fermanê de DAÎŞ hat civaka êzidi di qirkirinê re derbas kir. We deme têne ev rê ji bo me hate vekirin. Ji bo ev rê were vekirin me gelek şehîd dan. Zarokên me di vê rêke de şehîd bune, xwîn dane pêwîste ev rêk werê vekirin.”