HDP'ê li Kerboranê starta hilbijartinê da 2019-02-07 15:46:38   MÊRDÎN - Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Kerboranê starta hilbijartinê da. Di starta hilbijartinê ya ku hat dayîn de di derbarê rêvebirên HDP û DBP’ê ku polîsan di saetên serê sibehê de di ser malên wan de girt û kirin binçavan  axaftin hat kirin. Di axaftinê de peyama “bila hevalên me demildest bên berdan” hat dayîn.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Kerboranê starta hilbijartinê da. Namzetên hevşaredarên HDP’ê, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û gellek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Beriya ku starta hilbijartinê bê dayîn li ber avahiya navçeya HDP’ê di derbarê rêvebirên HDP û DBP’ê ku polîsan di saetên serê sibehê de di ser malên wan de girt û kirin binçavan  axaftin hat kirin. Axaftinê endama Meclîsa DBP’ê Semîre Kut kir.   ‘Demildest bila bên berdan’   Semîre, anî ziman ku wek hemû hevkaran kom bûne û dê starta hilbijartinê bidin. Semîre, ku bal kişand ser binçavkirina rêvebirên HDP’ê, bertek nîşan da û got ku 10 hevalên wan  niha di bin çavan de tên girtin û wiha got: “Em wek hevkarên HDP’ê xebatên xwe berdewam bikin, em ê nesekinin. Pêwîst e hemû partî tevlî xebatên hilbijartinê bibin. Lê belê dema mirov lê dinêre hemû kesên muhalif tên bêdengkirin. HDP partiya gelan e. HDP ji bo azadî, aştî û wekheviyê di nav tevgerê de ye. Lewra jî tu tişt nikare xebatên HDP’ê bide sekinandin. Demildest bila hemû hevalên me yên ku hatine binçavkirin bên berdan.”   Piştî axaftinê, girse esnaf û welatiyan slav kir û starta hilbijartinê da û namzetên hevşaredarên HDP’ê bi gel hat nasîn. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, welatiyan bi tililî û çepikan pêşwazî kir.