Li Şehbayê Kongreya Star derbarê 15'ê Sibatê de çalakî li dar xist 2019-02-07 14:53:59   ŞEHBA - Kongreya Star derbarê salvegera komploya 15'ê Sibatê de bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û netewa demokratîk mîsoger bikin" li Rojava çalakî li dar xist.   Kongreya Star derbarê salvegera komploya 15'ê Sibatê de bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û netewa demokratîk mîsoger bikin" li Rojava çalakî li dar xist. Endamên Kongreya Star û sazî û dezgeyên Şehbayê, komîn û xweseriya demokratîk û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven û pankarta "Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û Rêber Apo rizgar bikin" hat hilgirtin. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endama Kongreya Star Wehîde Xelîl axivî. Wehîdeyê got:"Di dîroka 15'ê Sibata 1999'an de dewletên faşîst bi komployek navneteweyî Serok Apo girtin. Bi vê yekê gelê kurd hat xwestin ku bê tunekirin. Lê ew ê tu kes nikaribin gelê Kurd tune bike. Gelê Kurd dê her di nava têkoşînê de bin."     https://www.youtube.com/watch?v=-TbvW4ZcLIg&feature=youtu.be