Namzeta HDP'ê Narîn Gezgor hat berdan 2019-02-07 13:43:48   RIHA - Namzeta HDP'ê ya Hevşariya Serêkaniyê Narin Gezgor ku di vekirina buroya hilbijartinê de hat binçavkirin hat berdan.     Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Narîn Gezgor a 3 roj berê di vekirina buroya hilbijartinê ya Serêkaniyê de polîsan êrîş kir û binçavkirin hat berdan. Narîn ji ber ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir, rastî êrîşa bombeyên gazê yên polîsan hatibû û hatibû binçavkirin. Narîn a ku sewqî midûriyeta polîsan a Rihayê kiribûn piştre sewqî dozgeriyê kirin. Gezgor, li dozgreiyê diyar kir ku Hevseroka KCD'ê ji bo mafekî ketiye grevê û ew mafdar e. Narînê, da zanîn ku dema di vekirina buroyê de qala tecridkirina Ocalan kir polîsan bêyî hişyarî mudaxale kiriye û bombeyên gazê avêtiye ser girseyê."    Narînê, piştî îfade da, dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li Gezgor guhdar bir, bi şertê qedexeya derve serbest berda.