Dozger 15 sal ceza ji Feleknas Uca re xwest 2019-02-07 12:57:59   AMED – Dozger bi hinceta “endamtiya rêxistnê” 15 sal cezayê girtîgehê ji Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca re xwest.    Bi hinceta “Endama rêxistinê ye” ji ber axaftinên wê yên xebatên siyasî yên di navbera  salên 2015-2016’an de doz li Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca hat vekirin. Danişîna doza li Feleknasê hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Feleknas beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Mehmet Emîn Aktar tevli daneşînê bû.    Dozgerê dozê mutalaya xwe eşkere kir û bi hincet “endamtiya rêxistinê” di asta bilind de xwest Feleknsê bê cezakirin. Ji ber ku Feleknas wekîl e dozger ceza daxist û xwest ku bi 15 salan cezayê gitîgehê bê cezakirin.    Parêzer Emîn Aktar li dijî mutalaya dozger ji bo bikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin dem daxwaz kir.    Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzer danişîn taloqî 13'ê hezîranê kir.