KCD'ê derbarê 3'emîn salvegera komkujiya Cizîrê de daxuyanî da 2019-02-07 12:54:46   AMED - KCD'ê derbarê 3'emîn salvegera komkujiya Cizîrê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel de hemû berxwedêrên xwerêveberiya cewherî hatin bibîranînin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê 3'emîn salvegera komkujiya Cizîrê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê têkoşîna berxwedêrên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ew ê bibin çavkaniya girêdan û biryardariya têkoşînê.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "AKP-MHP tifaqa nîjadperestî ya li ser dijminatiya kurdan avakiriye, ji her hêlê ve bi awayek^ş dijwarî êrîşî ser gelê kurd dike û ev êrîş berdewam dikin. 2 sal berê daxwaza gelê kurd a xwe bi rêve bibe ya herî rewa û demokratîk bi êrîşên mezin re rû bir û ma.    Piştî berxwedanên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd. li gelek bajar û navçeyên kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin.   Bi van komkujiyên hatin meşandin re xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk û neteweyî  û bi vê re têkoşîna gelê kurd têk bibin.   Di jêrzemînên Cizîrê de nêzî sêsed kurdên sivîl bi awayekî hovane bi topbaran tangan re hatin şewitandin.   Îro 3’yemîn salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel de hemû berxwedêrên xwerêveberiya cewherî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ew têkoşîna wan a lehengî û berxwedana wan wê di jiyana me de bibe çavkaniya girêdan û biryardariya me ya têkoşînê."