Parêzerên Abdullah Ocalan carekdin serî li Dozgeriya Bûrsayê dan 2019-02-07 11:37:42   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditin bikin cara 788’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Îmraliyê û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Parêzerên Abdullah  Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Îbrahim Bilmez û Cengiz Yurekli, bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 788’emîn serî li serdozgeriye dan.    Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 787 caran serlêdan kirin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin red kirin.