Meclîsa Jinên Sûriyeyê civîn li dar xist 2019-02-07 09:54:24   KOBANÊ - Yekemîn civîna Meclîsa jinên sûriyê ji bo rewşa jinê, bi jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digirin civîn li dar xist.   Yekemîn civîna Meclîsa jinên sûriyê ji bo rewşa jinê, bi jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digirin civîn li dar xist. PYD, Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê, Partiya Suriyeyê Pêşeroj, Partiya Yekitiyê, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê, li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li hev civiyan.    Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Koordinasyona meclîsa jinên sûriyê Nûçîn Yûsf axivî û wiha got :"Şerê ku heft sal bûn li Sûriyê dewam dike ji me re bû mînak gelek tecrubeyên me çê bûn. Gelek guhêrtin hat çêkirin. Sîstemên baş wek ya Rêveberiya xweser ku îro li rojava û bakurê Sûriyê gelekî bi rêve dibe hat avakirin. Ev jî di aliyê polîtîk û rêxistinî de ji bo jinê gavên girîng in. Ev kombûna me jî wê berxwedanek hêdî hêdî ava bike".    Her wiha endama desteya meclîsa jinên sûriyê Cîhan Muhemed jî wiha got: "Avakirina meclîsa jinên sûriyê armanca wê xwedîderketina mafên jinê yên li  Bakurê Sûriyê û Rojava ye.  Niha jî di nava hemû partiyan de jin cihê xwe digire, ev jî tê wateya ku jin êdî xwedî li kar û xebatê bêtir derdikevin. Heta ji destên me tê em ê hewl bidin ku jin di her qadê de xwe pêş bixe."   Civîn bi nîqaşa li ser rewşa siyasî û jinê bi dawî bû.