Welatiyên mala wan di bin avê de ne:Ez li malê masiyan digirim! 2019-02-07 09:25:09   ŞIRNEX - Li Şirnexa ku piştî qedexeyê pirsgirêka binsesaziyê nehat çareserkirin, di avahiyên TOKÎ yên nû hatine çêkirin de jî xanî di bin avê de man. Welatiyan ev rewş di çapemeniya civakî de bi gotina ‘Ez li malê masiyan digirim’ anîn ziman.   Sê sal berê li Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî qedexeyê ji sedî 70’ê Şirnexê hat hilweşandin û pirsgirêkên binsaziyê jî hîna didomin. Li şûna bi hezaran xaniyên hatine çêkirin avahiyên TOKÎ hat avakirin û li bajar her roj çalek diteqe an jî rê xera dibe.    Avahî di bin avê de man   Li bajar pirsgirêk naqedin. Pirsgirêkên binesaziyê li avahiyên TOKÎ jî xist. Avahiyên nû hatin çêkirin di bin avê de man. Li taxa Bahçelîevler xaniyên di bin avê de man, di nav welatiyan de bû mijara qerfê. Welatiyên wêneyên avahiyên di bin avê de mane kişandin, di çapemeniya civakî de bi gotina ‘Ez diçim malê masiyan digirim’ parve kirin. 200 xaniyên ku peşka wan hatiye kişandin jî nayê zanîn ku ew ê kengî bên teslîmkirin.   Dîwarê hilweşyaye bi rîsk e!   Ji bilî vê li taxa Yenîmahale ku li herêma ku hîmê TOKÎ hatiye avêtin jî dîwar hilweşyaye û ev jî rîska hezazê diafirîne. Şêniyên taxê diyar kirin ku tevî ku ji ekîbên şaredariyê re dibêjin jî dîwar nehatiye çêkirin û gotin bi baranê re rîska hezazê zêde dibe.