Çalakvanên Meclisa Îştarê hatin berdan 2019-02-07 09:03:24   MEXMÛR - Jinên ku endamên Meclîsa Îştarê  a Wargeha Şehît Rûstem Cûdîin (Mexmûr) ev 8 roj in  ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di heman demê de ji bo ku piştgirîdayina çalakiyên grevên birçibuyinê  li ber deriyê Nûnertiya NY a Hewler’ê destpê greva birçibuyinê kiribun ji aliye Hêzên Asayişa PDK’ê ve hatibun binçav  kirin, hatin berdan.    Jinên ku endamê Meclîsa Îştarê  a Wargeha Şehît Rûstem Cûdîin (Mexmûr) ev 8 roj in  ji bo tecrîta girankirinî a li ser RêberÊ PKK’ê Abdullah Ocalan û di heman demê de ji bo ku piştgiridayina çalakiyên grevên birçibuyinê li ber deriyê Nûnertiya NY a Hewlerê dest bi greva birçibuyinê kiri bun ji aliye Hêzên Asayişa PDK’ê ve hatibûn binçav kirin, hatin berdan. Têkîldarî mijarê daxuyanî hat dayin. Her wiha çalakvanan diyar kirin ku posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,Leyla Gûven û Nasir Yagiz ji aliye Hêzên Asayişa PDK’ê ve hatin desteser kirin. Çalakvanên ku li Wargehê çalakiya xwe didomînin ,çalakvanên ku ji aliye asayişa PDK ve hatibun binçav kirin pêşwazî kirin.    Li ser navê Meclîsa Îştarê Leyla Arzu axifî û ev êrîş û binçavkirinên ji aliye Hêzên PDK’ê beramberî çalakvanan hat kirin wiha nirxand: “ Hêzên asayişa PDK û Heremê li ser çalakvanan du car êrîş pêk anîn. Cara yekem konên çalakvanan rakirin û pênc xwendevanên Wargehê ên ku hatibun serdana çalakvanan jî binçav kirin. Cara duyemîn çalakvan bi awayekî hovane li erdê re hatin kaşkirin û her şeş jinên çalakvan jî  hatin binçavkirin.”   Leyla Arzu balkişand li ser kiryarên PDK’ê û wiha berdewam kir: “Pêkanînên Hûkûmeta Heremê û PDK’ê a li ser Gelê Kurd û bi taybet jî Wargehê,  ji pêkanînên Erdogan û AKP  dur nînin. Asta tundîtiya PDK’ê ji AKP zêdetir e.Yekîtiya PDK  û AKP’ê wê bandor li ser berxwedana Gelê Kurd neke.”   Arzu Îlhan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Bi hezaran xwîna keç û xortên Kurdistanê li ser vê axê ketiye. Ne pêkan e ku bi van nêzîkatiyên xwe yên dijmirovahiyê gav bi me şunda bidin avêtin. Dibe ku hun nehêlin em li navenda Hewlerê çalakiyên xwe bidominin, lê em di berxwedanê de bi bîryarin û wê hîn zêdetir çalakiyên me li hemberî tecrîtê û dagirkeriyê wê berdewam bike.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”,Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bu.