Kurdên Êzidî cejna xidirelyas pîroz dikin 2019-02-07 08:56:40   ŞENGAL - Kurdên Êzidî Cejna Xidirelê yanî cejna Bereketê pîroz dikin. Ew her sal di meha sibatê de vê cejnê pîroz dikin.    Kurdên Êzidî Cejna Xidirelê yanî cejna Bereketê pîroz dikin. Ew her sal di meha sibatê de vê cejnê pîroz dikin. Bi  hatina barana zêde  ve weke qutên genim û nîsk zêde dibe. Ji ber vê jî Êzidî vê bereketa xwezayê pîroz dibînin û weke cejna xidirelê pîroz dikin. Êzidî vê cejinê weke cejna bereketê dibînin. Roja cejnê genim destaran didin, qelandok û sevikan çê dikin. Êzidi hemû cejne xwe gorî orf û adetên  xwe pîroz dikin û diyar kirin ku tu carî dev jî orf û adetên xwe bernadin.    Dayika bi navê Edula Êydo ya ku amadekariya cejna xidirelyasê dike wiha behsa amadekariyên xwe dike:"Berî cejnê em 3 rojan rojiyê digirin û em qelandokin (genim) xwe paqij dikin. Piştî me paqij kir  bidestarê  dihêrînin. Em êvara sivikekê datînin ser malê û dibêjin heger xidir biçe wê malê bereket û hevî dikeve nav wê malê. Piştî  3 roja rojî tê girtin roja 4'ê cejnê  û roja cejnê çiqas xêr were kirin ewqas mal bi bereket dibe. Roja ku me xwe nas kiriye heta roja îro em vê cejnê pîroz dikin. Her cejnek li gorî orf û adetên xwe em pîroz dikin û bi cih tînin. Gelek cejnê me hene her yek jî li gorî adetên xwe pîroz dikin. Em tu carî dev ji orf û adetên xwe bernadin.      Keça ciwan ya  bi navê  Elmaz Serhan jî li ser cejna xidirelyas  axivî û got:"Em 7 roj in amadekariyên xwe yê cejna xidirelyas dikin.  Em genim destar dikin. Li gel vê jî ji genim qelandokan çê dikin. Em sêvika çê dikin û boxçikekê ji van tiştê ku me amade kiriye em datînin ser xanî. Gorî baweriya me heger xidir hat destê xwe li vê boxçikê da ew sal bereket dikeve wê malê. Yên ku zarokên wan bi navê xidir û elyas hebe pewîst e ew mal 3 rojan rojî bigire. Piştî 3 rojan cejna bereketê tê pîrozkirin. Em her sal vê cejnê pîroz dikin û em heta hebin em e pîroz bikin. Ev cejin li gel Êzidiyan cejnek gelek pîroz e."