KCDP: Di meha çileyê de 43 jin hatin kuştin 2019-02-06 16:37:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora tundiyê ya li dijî zarok û jinan a KCDP'ê vê mehê 43 jin hatin qetilkirin, êrîşa zayendî û tecawiz zêde bû.    Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê tundiya li ser jin û zarokan de aşkera kir.  KCDP'ya ku rapora xwe li gorî daneyên ji çaepemiyê û ji serlêdanên lê hatin kirin girt, diyar kir ku di meha çileyê de 43 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Herwiha KCDP'ê diyar kir ku êrîşa zayendî û tecwaziza li dijî zarok û jinan jî zêde bûye.    Nêrîna li jinê tundiyê zêde dike    Di raporê de hat diyarkirin ji 43 jinan 7'ê wan bi awayê parçeyên bedena wan veşartî li daristan û li golan hatine dîtin û hat diyarkirin ku nêrîna jinê ya saziyên dewletê tundiya li dijî jinê di bedêla ku kêm bike zêdetir dike.    'Her roj jinek tê kuştin'   Di raporê de bal hat kişandin ser gotina Wezîrê Parastina Milî Hulusî Akar wiha hat gotin: "Wezrî Hulusî Akar dibêje ku tundî di nava demeke dirêj de bi perwerdê dikare bê bidawîkirin. Lê her roj jinek tê qetilkirin û divê bi awayê lezgîn ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin."    Jinên xestin derbarê jiyana xwe biryarê bidin hatin kuştin    Di raporê de hat aşkerakirin ku di vê mehê de 10 jin bi awayê mirina bi gûman hatin qetilkirin, ya 18 jinan nehtiye tepîtkirin ku ji ber çi hatin kuştin û 13 jin jî ji ber ku xwestin derbarê jiyana xwe biryarê bidin hatin kuştin. Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: "Heta ku kujerên jinan neyên tespîtkirin ; darizandinek adîl neyê kirin û kujer bi cezayê giran neyên darizandin wê ev kuştin berdewam bikin."    Bajar bi bajar kuştina jinan   Li gorî raporê bajarên kutina jinan lê rû dan wiha ne: “Li Edenê 4, li Stenbolê 3, li Eskîşehîrê 3, li Enqerê 2, li Îzmîrê 2, li Konya 2, li Hatayê 2, li Meletiyê 2, li Edîrne 2, li Bartînê 1, li Burdurê 1, li Denîzlî 1, li Duzce 1, li Qeyserî 1, li Kirşehîrê 1, li Kocaelî 1, li Kutahya 1, li Manîsa 1, li Mugla 1, li Mêrsîn 1, li Ordu 1, li Osmaniye 1, li Sakarya 1, li Rija 1, li Trabzon 1 û Zonguldak 1, bi giştî 43 jin hatin kuştin.”