Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hat redkirin 2019-02-06 15:50:07   STENBOL - Dozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalan a 787’emîn red kir.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 787’emîn red kir.   Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin hevdîtinê bi Ocalan re hevdîtinê bikin.   Li aliyê din birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de hevdîtin bi birayê xwe re kiribû.