Piştî qedexeyê operasyon hat destpêkirin 2019-02-06 15:49:12   AMED - Hat diyar kirin ku li sêgoşeya Lîcê, Hênê, Dara Hênî û li 11 tax û gomên qedexeya derketina derve serê sibê hat îlankirin, operasyona leşkerî dest pê kiriye.    Li taxên Ecemîş, Şenlik, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper ên navçeya Licê û li gundên Kaladibî, Akçayurt, Topçular, Yukariturali yên navçeya Hênê yên Amedê îro ji saet 06.00'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.   Operasyon hat destpêkirin    Hat diyar kirin ku li sêgoşeya navçeya Dara Hênî ya Çewligê û navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê û li 11 tax û gomên qedexeya derketina derve serê sibê hat îlankirin, duh operasyona leşkerî dest pê kir. Operasyona gelek yekîneyên taybet beşdar bûn, bi piştgiriya helîkopteran pêş de diçe. Hat ragihandin ku li herêmê operasyonê liv û tevgera SÎHA û ÎHA’yan pir zêde ye.    Hat destnîşan kir ku operasyona leşkerî herî zêde li taxên Çemê Elîka û Xeraba û gomên girêdayî wan pir zêdeye û li herêma operasyonê leşker bi ser malan de girtin û lêgerînê dikin.   Ketin û derketin hat qedxekirin   Li 11 taxên operasyon lê berdewam dike, leşkeran li ser rêyan nokteyên lêgerînê dane û destûr nadin welatî bikevin taxan û jê derbikevin.