Çalakiya nobetê ya HDP'ê di roja 7'emîn de didome 2019-02-06 14:52:28   AMED - Çalakiya nobetê ya li avahiya KCD’ê ji bo piştevaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan di roja 7’emîn de didome.     Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 91 roj in berdewam dike. Leyla piştî hat berdan greva birçîbûnê li mala xwe ya li Amedê didomîne.   Her wiha dîsa bi heman daxwazê 291 girtiyên li girtîgehên cuda çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomînin.    Bi armanca piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re û girtiyan parlamenterên HDP’ê di 31’ê çile de li avahiya KCD’ê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Çalakiya nobetê di roja 7’emîn de didome. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya çalakiya nobetê ya îro dewr girtin.    Rêveberên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) jî di nav de gelek nûnerên sazî û dezgehan parlamenterên HDP’ê ziyaret kirin.   Leyla Guven ewil bi rêya dîmen peyamên xwe bi ziyaretvanan re parve dikir. Lê ji ber rewşa tenduristiya wê xerab dibe nikare peyamên xwe parve bike.