Çalakiya Jinan a li ber nûnertiya NY'ê di roja 8'emîn de ye 2019-02-06 13:52:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya Meclisa Îştar de li ber Nûnetiya NY'ê ya li Hewlêrê berî bi 8 rojan çalakiya greva birçîbûnê hatibû lidarxistin, çalakî îro ji aliyê koma 3'emîn  ve hat dewrgirtin.    Meclisa Îştar a Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li di 30'ê Çileyê de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyê ya li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibûn û çalakî di roja 8'emîn de berdewam dike. Îro piştî daxuyaniya ku li ber Nûnertiya NY'ê hat dayîn çalakî ji aliyê koma 3'emîn ve hat dewrgirtin.    Endama Meclisa Îştarê Nuran Sezgîn daxuyanî da, Nuran got ku divê siyasetmedarên li Herêma Kurdistnê NY zextê li Tirkiyeyê bikin ku tecrîda li Îmarliyê bê rakirin.    Nuran diyar kir ku bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin û ji bo ku rewşa çalakgeran girantir nebe divê her kes bikeve tevgerê.   Nûran di dawiya axftina xwe de banga hestiyariyê li her kesî kir û xwest ku li çalakiya di pêşengiya Leyla Guven de ku 91 roj e berdewam dike xwedî bê derketin.