Tevî qedexeyan li Başûrê Kurdistanê hîn zarokên keç tên sunetkirin 2019-02-06 13:41:42   NAVENDA NÛÇEYAN -Tevî ku sinnetkirina jin li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê qedexeye jî, lê ev qanûn ji ber tenê li ser qaxizê dimîne û pêk nayê ji ber wê hîna jî rêjeyeke berçav a jinan li Herêma Kurdistanê tên sinetkirin. Rêxistina WADÎ ya Elmanî di sala 2018’an de li herêma Germiyan, Hewlêr û herêma Raperînê bi 2 hezar û 997 keçan re anketek çê kir. Di nava 2 hezar û 997 keçan de, 313 jê hatine sinetkirin.   Îro 6’ê Sibatê roja Têkoşîna li dijî Sinetkirina Jinê  ya Cîhanê ye. Sinetkirina jinê di sala 1989’an ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan a madeya 19 û 24’an qedexeye ku zarokên keç werin sinetkirin.   Rêxistina WADÎ ya Elmanî li Herêma Kurdistanê bi sinetkirina jinê re têdikoşe û bi salane li herêmê xebat û çalakiyên cûr be cûr dimeşîne. Rêxistinê di sala 2018’an de li gel 2 hezar û 997 keçan anketek çê kir. Ev anket ji temenê 1 salî heya 18 salî hatiye çêkirin. Di encamê de gelek kes bixwe beşdar bûne û gelek kes jî malbatên wan bersiva pirsên Rêxistina WADÎ dane.   Anket li herêma Germiyan, bajarê Hewlêrê û Ranya ya herêma Raperîn hatiye çêkirin. Di encama vê anketê de 313 keç hatine sinetkirin. Li herêma Germiyan 29, Hewlêr 120 û li Ranya jî 164 keç hatine sinetkirin. Lê têkildarî bajarê Silêmanî, Helebce, Dihok û Soran de ti zanyariyek ne hate dayîn. Ev zarokên keç yên hatine sinetkirin jî zêdetir temenê wan di navbera 8 û 18 salî deye .   Li gorî îstastîkên Rêxistina WADÎ ya Elmanî, heya niha jî hejmareke berçav a zarokên keç li Herêma Kurdistanê tên sinetkirin û rêjeya vêya jî weke 10.5 tê destnîşankirin.   Berpirsê Projeya Rêxistina WADÎ ya Elmanî Şox Mihemed ku ev 10 sale li Herêma Kurdistanê li ser sinetkirina jinan kar dike, têkildarî xebatên rêxistinê ev agahî da, “Li gorî ezmûnên me heta niha jî bi awayek vekirî û veşartî zarokên keç têne sinetkirin. Gelek ji van jinan berê ku bi zewicin, tên sintekirin. Hinek jî hîn di temeke zarokatî de tên sinetkirin.”