Daxuyaniya HDP'ê ya li ber girtîgehê hat astengkirin 2019-02-06 11:54:15   MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, xwest ku li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyekê bide lê polîsan bi hinceta “qada qedexe ye” daxuyanî asteng kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Mêrdînê, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê civiya  û xwest ku daxûyaniyekê bidin. Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Mêrdînê û yên navçeyan, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyan jî tevli daxûyaniyê bûn. Daxûyaniya ku hat xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bê dayîn ji aliyê polîsan ve bi hinceta "qada qedexe ye" hat astengkirin.    Hevserokê HDP yê Mêrdînê Alî Sîncar li ser navê rêxistinê axaftinekî kurt kir û diyar kir  daxûyaniya xwestine bidin ji aliyê polîsan ve bi hinceta “qada qedexe ye” hatiye astengkirin. Girseya ku li ber girtîgehê kom bûbûn dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û ji ber girtîgehê veqetiyan.   Herwiha li navçeya Artukluyê jî starta hilbijartinê ya ku dê ji aliyê HDP'ê ve bihata dayîn ji ber pirsgirêkên teknîkî hat betalkirin.