Berxwedana Leyla Guven di roja 91'emîn de berdewam dike 2019-02-06 10:01:13   AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye ket roja 89'an. Leyla Guven piştî di 25'ê Çileyê de hat berdan roj  li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike.    Leyla ya ku her roj ji ber çalakiyê pirsgirêkên wê yên tendirustiyê zêde dibin, êdî di warê vexwarinê de jî pirsgirêkan dijî û ji ber tansiyona bilind dema radibe ser piyan zahmetiyan dikişîne.    Di bin dorpêça polîsan de çalakiya Leyla tê silavkirin   Li aliyekî jî HDP, DBP û TJA'yî, her roj tên ber mala Leylayê û piştgiriya xwe pê re radigihînin. Li gel êrîşa polîsan çalkiyên piştevaniyê berdewam dikin. Li gelek bajarên din jî re şev gel derdikevin kolanan û piştgiriya xwe bi çalakiya Leyla Guven re radigihînin.    Herwiha ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven peyamên piştevaniyê ji çar hêlên cîhanê tên.    Li her derê çalak   Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku hatiye destpêkirin a koma 1'emîn di roja 53'emîn de, Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 78'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 52'an de, ya Endama Îştarê ya Mexmûrê Fadîle Tok di roja 18'emîn de û ya Heseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku û parlamentera HDP'ê ya berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî di roja 23'emîn de berdewam dike.