Dayika Cîhan Tamur: Bila her kes xwedî li vê têkoşîna mafdar derkeve 2019-02-06 09:21:43   WAN - Cîhan Tamur yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ev 53 roje di greva birçîbunê de ye. Cîhan bi 5 girtiyan re di grevê de ye. Dayika Cîhan, Hanîfe Tamur bang kir ku divê zêdetir hestiyarî bê nîşandan û got: “Zarokên me têkoşînek mafdar didin. Bila tu kes li dijî vê têkoşîna mafdar li mala xwe rune ne.”   Li Girtîgeha Elwehiya Bilind a Wanê 5 girtî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ketin grevê û di roja 53’emîn de berdewam dikin. Dayik û bavê girtiyê bi navê Cîhan Tamur ku çûn hevdîtina wî, banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.   Bavê Cîhan, Siddik Tamur ji bo kurê xwe ziyaret bike ji Gever a Colemêrgê hat Wanê wiha got: “Heta tenduristiya kurê min dest bide em ê biçin serdana wî. 53 roj ne hêsan e. Ji bo têkoşîna ku pê bawer dike ketiye grevê. Moralê wî baş bû. Kurê min got heta daxwazan wan neyên cih wê çalakiya xwe bidomînin. Gelek kîlo daye. Berê kurê min ji sînga xwe emeliyat bûbû. Ji ber vê pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Lê ev qet bi me neda hîskirin.”   Siddik bang li rayagiştî kir û got her kesê xwedî wijdan divê deng bide dengê girtiyan.   Hanîfe Tamur jî bi lêv kir ku hîn mirin çênebûne divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destilatdariya siyasî dibêje ‘Kurd tune ne, mafê mirovan tune ye’. Ez bang li hikûmetê dikim. Hîna ku mirin çênebûne daxwazên zarokên me bînin cih. Parlamentera me Leyla Guven hatiye asta mirinê. Bedena wê avê jî nagire. Ez bang li her kesî dikim, bila li dijî vê têkoşîna mafdar li mala xwe rûnenin.”