Polîs êrîşî buroya HDP'ê kir: Hevserok hat binçavkirin 2019-02-05 15:52:02   RIHA - Polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Serêkaniyê û Namzeta Hevşaredariyê Narîn Gezgor binçav kirin   Rêxistina HDP'ê xwest li kolana PTT'ê ya berê ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê buroya hilbijartinê veke, lê belê polîsan êrîş kiri. Dema ku Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman, Narîn Gezgor û girseya gel dixwestin bi rengekî girseyî ber bi buroya hilbijartinê ve bimeşin polîsan êrîşî wan kir.    Dema ku Polîsên li ber avahiya partiyê pêşî li girseya gel girt û nehişt bimeşe, girseya gel kom bi kom ber bi buroya hilbijartinê ve çûn û li wir li hev civiyan.   Namzeta Hevşaredariyê Narîn Gezgor dema ku li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diaxivî, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Narîn ji bo xwe ji bombeyên gazê biparêze kete hundirê buroya hilbijartinê, lê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.