Xwendekaran berxwedana Leyla Guven slav kirin 2019-02-05 13:59:32   KOBANÊ - Xwandekarên Zanîngeha Kobanê bi pêşengiya jinên ciwan bi daxuyaniyekê berxwedana Leyla Guven Silav kirin û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.   Bi dehan xwandekar û mamosteyên zanîngeha Kobanê bi pêşengtiya yekîtiya jinên Ciwan Berxwedana Leyla Guven ya di roja xwe ya 90'an slav kirin û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.    Daxuyanî ji aliyê xwandekara zanîngehê Berfî Remok ve hat xwendin.   Di destpêka daxuyaniyê de   hat ziman ku ew weke  xwandekarên zanîngeha Kobanê berxwedana Leyla Guven silav dikin û wiha domiya: "Em dibêjin ku berxwedana Leyla Guven cihê serferaziyê ye. Di heman demê de berxwedana Zîlan û arînan e. Dîroka gelê kurd dîroka berxwedanê ye, û bi taybet serkeftina zîndanan e."    'Em ê zindanan bizivirînin akademiyên jiyanê'    Di berdewamiya dauxyaniyê de wiha hat gotin:"Dijminê kurd ciqas bixwaze berxwedana me û doza me di zîndana de bikuje û pûç bikin jî, em ê di zîndanan bikin qadên berxwedan û akademiyên jiyanê. Çawa ku xwestin  bi tecrîda li ser Rêber Apo vîna gelê kurd û azadiyê bişkînin. Li hember vê yekê jî careke din em Leyla Qasim, Zîlan, Arîn û Viyanan di çalakiya Leyla Guven de zindî bikin û rihê berxwedana wan nûh bikin."    Di dawîya daxuyaniyê de ev hat gotin: "Li ser vî asasî em carek din hevalên ku di vê oxirê de li berxwe didin û hemû hevalan silav dikin û em dibêjin ku wê serkeftin ya me be."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana gelê kurd," "bijî berxwedana zîndanan",  "Bijî berxwedana serok Apo." bi dawî bû.