'Têkoşîn û serîhildanek hevpar lazim e' 2019-02-05 11:03:41   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê yên ku beşdarî komcivîna derbarê krîza li Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn a ku bi dirûşma "Bi hev re ber bi civakek azad û Sûriyeyek demokratîk ve" hat lidarxistin, bûn gotin:"Ji bo aştî û azadî pêk were têkoşîn û serîhildanek hevpar lazim e."   Li Qamişloyê bi dirûşmeya "Bi hev re ber bi civakek azad û Sûriyeyek demokratîk ve" komcivînek derbarê krîza li Bakurê Sûriyeyê û Rojhilita Navîn de hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî komcivînê bûn gotin:"Ji bo krîz bi dawî bibe û çareserî pêk were divê hemû kes dengên xwe bilind bikin û rêxistinên mafên mirovan ê navneteweyî hestiyar tev bigerin, peywira xwe bi cih bînin."   'Em dixwazin bibin bersiva çareseriyê'   Endama Rêveberiya Mekteba Sîstema Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cewahir Osman ya Bajarê Qamişloyê wiha got:"Di komcivînê de me li ser rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nîqaş kirin. Nîqaşên derbarê çareseriya Sûriyeyê her dem bêyî gelên li Sûriyeyê dijîn tê kirin. Ev ne helwestek rast e. Divê nêrînên gel bên ber çavan. Me di komcivînê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Em her dem di nava hewldanê de ne ku ji vê aloziyê re bibin bersiva çareseriyê. Em dixwazin bibin bersiva çareseriyê."   'Têkoşîn û serîhildanek hevpar lazim e'    Endama Tevgera Nûjîn a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Yasemîn Çaçan wiha got:"Pêdivî ji nîqaşên derbarê çareserkirina pirsgirêkan de heye. Em dixwazin hemû netew bi rengekî wekhev û bi hev re bijîn. Ji bo aştî û azadî pêk were têkoşîn û serîhildanek hevpar lazim e. Ji bo krîz bi dawî bibe û çareserî pêk were divê hemû kes dengên xwe bilind bikin û rêxistinên mafên mirovan ê navneteweyî hestiyar tev bigerin, peywira xwe bi cih bînin."