Jinên astengiya polîsan nas nekirin: Wê berxwedana jinê bi ser keve 2019-02-04 15:42:13   AMED - Hevkarên TJA'yê ku xwestin derbarê cezayê li Gultana Kişanak û Sebahat Tuncel de hat birîn daxuyaniyê bidin bi astengkirina polîsan re rûbirû man. Jinên ku astengî nas nekirin daxuyaniya xwe dan û gotin, "Berxwedana jinê wê bi ser keve."   Hevparên Tevgera Jinên Azd (TJA), xestin ku xwestin derbarê cezayê li Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultana Kişanak ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin hat birîn de li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê daxuyaniyê bdiin, ji aliyê polîsan  ve hatin astengkirin. Polîsên ku destur nedan jin li derve daxuyaniyê bidin, ji bo ku derketina wan a dervê saziyê asteng bikin deriyê avahiyê dorpêç kirin. jinên ku bertek nîşanî astengiya polîsan dan dirûşma, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    'Cezayê hatiye dayîn êrîşa polîtîk e'   Jinên ku demek dirêj bi polîsan re niqaş kirin, li gel astengiya polîsan  li ber deriyê avahiyê daxuyaniya xwe xwendin. Aktîvîsta TJA'yê  Yuksel Almas ku li ser navê jinan daxuyanî xwend wiha got: "Di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di cotmeha 2016'an de Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel  û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak ku hatin girtin, ji doza jê dihatin darizandin bi fermana îtîfaka AKP - MHP'ê hatin cezakirin.  Cezayê ku li hevalên me yên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya jinê feda kirin Sebahat Tuncel û Gultana Kişanak hat birîn êrîşa polîtîk û îdeolojîk ya li dijî destkeftiyên jinê û têkoşîna azadiyê ya jinê ye."   'Êrîşên li dijî têkoşîna azadiyê her dem vala derketine'   Yuksel bi bîr xist ku xestine bibêjin, "Yan hûn dê dest ji têkoşînê berdin û an jî hûnê bên gitin" û wiha berdewam kir: "Lê tiştekî ku ev îktîfar ji bîr dike he. Têkoşîna azadiyê û dîroka azadiya jinên her dem ev êrîş vala derxistine."   'Em ê bi ser kevin'   Yuksel, herî dawî diyar kir ku berxedana Leyla Guven Sebahat Tuncel, û Selma Irmak rûyê dewletê yê ku li şûna diyalogê şer tercîh kiriye teşîr kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em berxwedana jinê mezin bikin, serdestan têk bibin û bi ser kevin.  Em wekî tevgera jinê berxwedana rêhevalên xwe  Leyla, Sebahat, Selma û Gultan  silav dikin û em dibêjin ku wê polîtîkayên dijminantiya jinê têk biçin."   Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên, "jin, jiyan azadî", "Leyla Guven rûmeta me ye" û " Tundî me têk nabe" berz kirin. Li gel vê polîsan jî bang li jinan kir û gotin ger ku hûn berdewam bikin em ê êrîş bikin û jinan jî bi dirûşma "Em ê bi erxwedanê bi ser kevin" berz kirin û çalakî bi dawî kirin.