'Darizandin jî û biryar jî siyasî ye' 2019-02-04 15:07:50   AMED - Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu, ceza dayîna Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak nirxand û got: “Darizandin jî û biryar jî siyasiye.” Parêzer Şivan Cemîl Ozen jî, diyar kir ku şandeya dadgehê 19 dadger guhertin û got: “Dadgehê  xwe bi xwe mehkûm kir.”   Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 15 sal cezayê girtîgehê yê li Hevseroka Giştî ya Partiyê Sebahat Tuncel û 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatin birîn şermezar kir. Civîn li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu, parêzer Cemîle Turhalli Balsak û Şivan Cemîl Ozen beşdarî civînê bûn.   Halîde, di civînê de axivî û wiha got: “Darizandin jî û biryar jî siyasiye. Sitaseta Kurd ne yekem care vê pêvajoyê dijî. Awayê feraseta 100 salên li Tirkiyeyê derbas bûn, li dijî xwe birêvebirên Kurdan êrîş dike. Îro AKP’ê jî daraza xwe ava bikiriye û bi vê dixwaze Kurdên xwe jî ava bike. Di şexsê Tuncel û Kişanak de di 1’ê Sibatê de carek din siyaseta gelê Kurd hat darizandin û ceza kirin. Parastina Gultan parastin dîrokî bû. Dozger, dadger û siyasetmedarên AKP’ê ji bo ku li vî welatî mirovên profîlên xwe ava bikin, polîtîkayên talan, rant û êrîşan pêş dixin. Bi sedhezarane siyaseta me  kok daye. Lê tu koka pergala ku ew dixwazin li ser me ferz bikin tuneye. Dîsan Tuncel û Leyla Guven îro li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê dene. Ev doz li vê derê naqede. Emê heya dawiyê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk  berdewam bikin.”    Parêzer Şivan Cemîl Ozen jî, derbarê rewşa hiqûqî ya darizandina Sebahat û Gultan de axivî û wiha bilêv kir: “Biryara hat dayîn, di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de xeternake. Bêyî ku  Tuncel û Kişanak parastin bikin, bi lez û bez ceza ji bo wan hatin dayîn. Ji bo darizandinên Tuncel û Kişanak bi giştî 19 dadge hatin guhertin. Dadgehê di doza Tuncel û Kişanak de xwe mehkûm kir û li dijî pergala hiqûqî biryar da.”     Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak jî, diyar kir ku biryara hat dayîn di berîka dadger de bû û wiha bilêv kir: “Di dadgehan de gotina herî dawî ji bo bersûcan tê dayîn, lê ev maf ji bo Tuncel û Kişanak nehat dayîn. Mafê parastinê ji bo wan nehat dayîn. Li vê der darizandinek tuneye. Emê biryara derbarê Tuncel û Kişanak de hatin dayîn li Dadgeha Bilind îtîraz bikin. Emê dîsan li dijî biryara cezakirin û girtinê jî serî li Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ê bidin.”