Bi rihê berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jina êzidî mezintir bikin 2019-02-04 09:09:23   Ferîda Zada   ŞEHBA - Jinên êzîdî ku tevlî duyemîn Konferansê Yekîtiay Jinên Êzîdî ya Kantoan Efrînê û bajarê Helebê bûn, diyar kirin ku tenê ew riya berxwedanê nas dikin, wê bi têkoşînê komkujîyên li ser Gelê Êzîdî bi dawî bikin.   Jinên ku tevlî duyemîn Konferansê Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê û bajarê Hesekê ku  di 31'çilyê de bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jina êzîdî bilindtir bikin' bûn derbarê Konferansê de nerînên xwe anîn ziman.   Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî a bajarê Helebê Fehîma Omer wiha got:" Di konferansê me de koordinasiyon hat hilbjartin ku em kar û xebatên xwe hîn xurt û bi rêxstin pêk bînin. Jinên êzîdî ji bo tevahî jinan têkoşînê dikin."   'Ev konferans gelek girîng bû'   Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê Ayîşa jî anî ziman ku ji bo komkujiyên li Ser Gelê êzîdî bi dawî bibin, ew ê her tiştî bikin û wiha got:" Em wek jinên êzîdî em ê bi hemû hêz xwe bixebitin ku ev komkujî û kiriyarên di dîrokê de li ser Gelê Êzîdî hatin kirin, bi dawî bikin. Ji ber dagirkeriya Tirkiyê sala derbas bû me konferansê xwe çênekir, lê bi îrade û hêza jinÊ li Katnona Şehbayê me duyemîn Konferansê xwe li darxist."   Ayîşayê da zanîn ku lidarxistina vî konferasê gelek giring bû û wiha got:" Ji bo gelê Efîrnê ên ku li Şehbayê bi cih bûne û yên bajarê Helebê bi rêxstin bikin, her wiha berxwedana jinê mezintir bikin ev konferans giring bû. Bi hêz û israra jinê em ê Rêber Apo azad bikin, Efîrnê rizgar bikin."   'Wê têkoşîn bidome'   Endama Rêveberiyê Yekîtiya Jinên Êzîdî ya bajarê Helebê Roşîn Mûsa jî wiha got:" Ev gevên dîrokî ne ji bo jinên êzîdî, di nav rewşa herî zehmet de jinên êzîdî konferasa xwe li dar xistin. Dema jin bi rêxstinkirî bin ev tirsa herî mezin bi dagirkeran re çêdike. Wê jin komkujî û kiriyarên li ser Gelê Êzîdî bi dawî bikin. Gelê Êzîdî xwedî mîras û çandeke kevnare.  ji bo êzîdiyan li Şehbayê li ser şopa tekoşerên berxwedana Serdemê têkoşîna xwe didomînin, heta  ku vegerin ser axa xwe."